Sura Kurdistanı / Sovyet Kurdistanı / Kurdistana Şurevî
Rojname Şura Kurdistanı di sala 1931an de li Laçinê, paytexta Herêma Kurdistanê (Kurdistana Sor) bi zimanê azerîkî dest bi weşanê kir. Di sala 1932’an û pê ve ji çar 4 rûpelên rojnameyê yek bi zimanê kurdî dihat weşandin. Beşa kurdî di sala 1938’an de hate rawestandin. Lê rojname heta sala 1961an bi navê ‘Sovyet Kurdistani’ bi zimanê azerîkî weşana xwe domand.
Di sala 1992an de, rojnameya “Dengê Kurd” li Komara Azerbaycanê bi zimanên kurdî, azerî û rûsî dest bi weşanê kir. Ji sala 2003an vir ve, rojnameya “Dîplomat” bi zimanên Kurdî, Azerî û Rûsî tê weşandin.