Ezîz Davud oglu Davudov
Ezîz Davud oglu Davudov (Ezizê Daudê Aga begê) (04.02.1951, Azerbaycan) – mîralayê polîsê, cîgirê serokê rêxistina “Civaka Dostaniya Gelên Kurd û Qirgiz”.
Ezîz Davudov di 2ê Nîsana 1951ê de li gundê Aşigi Daşarx ê parêzgeha Îliç (niha parêzgeha Şerûr), Herêma Xweser ya Nexciwanê, Komara Azerbaycanê de hatiye dinê.
Li Azerbaycanê Fakulteya Fîlolojiyê ya Zanîngeha Dewletê qedandiye (1979).
Li pirtûkxaneya navendî ya parêzgeha Îliçê ya Nexciwanê wek metodolog û paşê jî wek rêvebirê şaxê xebitîye. Di sala 1982an de çûye Qirgizistanê û li şaxên Wezerata Hundirin yên Qirgizistanê di cihên cuda yên ewlehiyê de kar kiriye. Ew di navbera 1990 û 1993 de li Nexciwanê kar kiriye, û di sala 1993 de dîsa vegeriyaye Qirgizistanê.
Di sala 1996’an de dibistana bilind a Karagandayê ya Wezareta Karên Hundir qedand.
Li Qirgizstanê di sîstema ewlehiyê de karên curbecur pêk anî û gihişt pileya albayiyê. Niha li Qazaxistanê dijî.