Ensîklopediya Kurdên Qefqasyayê Ferheng / Словарь,Pirtûkxane Ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk – Erdoğan Alparslan

Ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk – Erdoğan Alparslan

Ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk – Erdogan Alparslan

Klasik Kürd. edebiyatı sözlüğü 

Diyarbakır-2021

PÊŞGOTIN

Kurdî nemaze kurmancî ji ber zextên salan pêşketina xwe di nîvî da hîştiye.

Lê di wan salên dawî da astengîyên pêşîya zimanê kurdî hêdî hêdî hatin rakirin. Ev jî

ji bo pêşketina kurdî nemaze ji bo kurmancî derfeteke mezin e. Di Tirkîyeyê da

rakirina qedexeyên li dijî kurdî û di zanîngehan da vekirina beşên kurdî li Tirkîyeyê

da ji bo kurdî derfeteke bêhempa derxistiye meydanê. Piştî van hewldanan gelek

xebatên akademîk bi zimanê kurdî hatin kirin. Me jî xwest ku di vê deryaya bêbinî

û bêserî da dilopek keda me jî hebe. Heta niha di kurdî da gelek ferheng hatine

çêkirin. Ferhengên têgehî, tenduristî, çandinî, felsefefî û ferhengên kurdî yên

birêkûpêk û du zimanê û sê zimanê hatine çêkirin lê ferhengeke bi kurdî-kurdî ya

edebîyata klasîk heta niha nehatiye çêkirin û xebateke wisa nebûye mijara tezeke

akademîk. Ev xebat dixwaze di vî warî da kêmasîyekî telafî bike. Dixwazim ev

nêrîta bi Nûbihara Biçûkan ve dest pê kiriye wek tradîsyonekî dewam bike. Bila

nifşên nû ji çêja klasîkan bêpar nebînin. Bi saya vê ferhengê nifşên nûyê bi hêsanî

klasîkên edebîyata me fam bikin û peywendîyên xwe ji rabirdîya xwe ve qut nekin.

Netewe li ser binyata rabirdûyê ve tê avakirin. Heger peywendîya nifşên nû

rabirdûya wan qut bibe vê gavê neteweyê têk here. Em kurd neteweyeke derengmayî

ne û me sazkirina xwe hêj pêk neanîye ji ber vê edebîyata me ji bo sazkirina

neteweyê roleke mezin dilîze. Em ê jî ji bo vê hewldanê helqeyekî bavêjin vê zîncîra

bi dengan hatiye ristîn da. Di serî da spasîya xwe ji şêwirmendê xwe birêz Dr. Faruk

Kazan ra dikim di vê pêvajoya zor û zehmet da ji me ra bi pêşnîyazên xwe yê hêja rê

nîşanî me da wî . Dîsa serokê beşê birêz Doç. Dr. Osman Aslanoğlu ra jî spas dikim

ji bo alîkarî û pêşnîyazên wî. Ev fikra ferhengê hevala min a masterê Zeynep

Şemdinoğlu da min li vir spasîya xwe pêşkeşî wê dikim. Ji bo alîkarîyên wan spasîya

xwe ji hevalên xwe yên masterê Semra Güçlü, İnan Eroğlu û Yusuf Dere ra pêşkeş

dikim.

ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk; erdoğan alparslan Ensiklopediyakurdi.com

Di rûpela din de vekin:

Ferhenga edebîyata kurdî ya klasîk – Erdogan Alparslan

Bersivek Bihêle

Gotarên Têkilî More