Dilbera min – Bariyê Bala

Dilbera min – Bariyê Bala

Helbest

Rêdaktor: Hejarê Şamil

Bîşkêk – 2008

Weşanên Zengezûr

Bariyê Bala. Dilbera min. Ensiklopediyakurdi.com

Li ser rûpela din veke:

Dilbera min – Bariyê Bala

***

Derbarê Barî Bala de

Ji bo bîranîna helbestvan û mamosteya navdar a Kurd Bariye Bala di 24ê Adara 2025an de li bajarê Almata yê Qazaxistanê şeva bîranînê hat lidarxistin. Pirtûka wî ya bi navê ‘Teyrê baz’ ku piştî wefata wî hat çapkirin, di şevekê de hat nasandin.

Derfeta min tune ku ez beşdarî şevê bibim. Lê min hewl da bi şandina vîdeoyekê ji bo şeva ku ji bo bîranîna wî hatibû organîzekirin rêzgirtina xwe ya ji bo vî nirxê hêja yê kurdî û dilsoziya xwe ya ji bo bîranîna wî ragihînim.

11 pirtûkên Bariyê Bala hatine çapkirin.

Min pêşgotina jêrîn ji bo pirtûka helbestvanê me yê qedirbilind “Dîlber” (Weşanxaneya ‘Zengezûr’ – 2009) nivîsîbû:

PÊŞXEBER
Balayêv Baro kurê Elî – Barîyê Bala 1937-ê salê li Rêspûblîka Ermenîstanê, nehîya Massîsê, gundê Demirçîyê da malbeteke Kurde pir sadeye da hatiye dinê. Bavê wî Elîyê Paşayê Miho, dayka wî Qaza Evdoyê Bişoye. Ewana gundîyêd gelekî kedhez bûne. Tenê bi keda destê xwe jîne. Hevt law û keçeke wan hebûye.
Bavê wî 1943-salê şerê Cihanê duda da çawa şervanekî egîd şehîd dikeve. Dayîka wî 1982-ê sale dinya xwe diguheze. Barîyê piçûk bin tore û telîmê birayê xweyî mezin – Hecî Mehmedemîn da mezin dibe. Ew mirovekî pir dîndar bûye.
Barîyê Bala 1958-ê salê dibistana navîn xilaz dike û bajarê Yêrêvanê da qebûlî zanîngeha (înstîtût) dewletêye pêdagojîyayê ser navê Xaçatûr Abovyan dibe, para dîrok û fîlologîyayê bi zimanê Azerî.
1963-ê salê zanîngeh xilaz dike. Dibe xweyê xwendina bilind û dereca dersdarêd dibistana navîn distîne. Çend sala ew dibistanêd navînda karê xweyî pêdagojîyê dimeşîne.
1970-ê salê bajarê Yêrêvanê da zanîngeha dewletêye dersdar hazirkirinda çawa mudurê kabînêta dîrokzanîyê kar dike.
1975-ê salê nehîya Massîsê da dîrêktorê dibistana navîn, paşwextîyê eynî nehyê da dîrêktorê Malhebûna gundîtîyê tê kivş kirinê. Ew salêd dirêj nehîya Masîsê da mufetîşê perwerdê dibistanê navîn şuxulîye.
Şerê Qerebaxa çîyara girêdayî 1989-ê sale ew jî tevî hemu Kurdêd musulman ji Rêspûblîka Ermenîstanê dertê û tê Rêspûblîka Azirbêcanê. Bajarê Bakûyê da nehya ser nave Nerîman Nerîmanov da dîsa mufetîşê dibistanêd navîn dixebite. 1998-ê sale dertê kara edilî (tegawidê).
Ew wedê ku şagirtê dibistana navîn bû,helbestêd zaroka dinivîsî. Helbesta wîye ewilîn 1957-ê salê bi ser nivîsara “Dayîka min” rojnama “Rîya Teze” da hatiye weşandinê. Ew paşê helbestêd xwe ser hîmê mijarêd (têma) cure-cure dinivîse.
Piranîya helbestên wî rojnameya «Rîya Teze», «Dengê Kurd» û «Jîyana Kurd» de hatine weşandinê. Radyoyên bi zimanê Kurdî, Ûrisî, Azerî û Ermenîkî de hatine xwendinê. Her wiha kovar û rojnameyên van zimanan de hatine weşandinê.
Barîyê Bala xwedanê du pirtûkêd neşir bûyîye. Pirtûka wîye yekê 1974-ê salê Rêspûblîka Ermenîstanêda bi navê “Dinya min”, ya duda 1994-ê salê Rêspûblîka Azirbêcanêda bi ser nivîsara “Kuda herim” hatine weşandinê.
Mijarê helbestên Barîyê Bala cuda-cuda ne, lê helbestvan piranîyê helbestêd xwe da niqitka hîmlî datîne ser welathezî û hub û hezkirinê. Em vê îdêa wî helbesta “Kurdistan”êda gelekî ferih û zelal dibînin:
Geh sêfîl bûm, geh kasil bûm boy huba te,
Bûme kizik, her gav helyam ez seba te.
Por sipî bû, ser zimîne tim navê te,
Roj bihata, min bidîta azaya te.
Vê helbesta xwe da boy welatê xweyî koleyî, bindest dişewite, mîna kizikê dihele, donê wî dipiqite. Lê azaya welatê xweyî tarîstanê da jîyî hela nabîne.
Helbesta “Ax Felek” da jî ew dîsa boy welatê xwe dinale, dikele, şev û rojêd wî dibine ax û keser:
Ax felek, wax felek, bê îtbar, felek,
Em sîyar, tu peya, te nagrin, felek,
Em hene, em dijîn, dizêrin, felek,
Carekê rûyê me bikene, felek.
Ev ji Xwedê hîvî dike, wekî Feleka bê îtbar bide femkirinê bila carekê jî rûyê Kurdê belengaz bikene.
Helbesta “Bedewa Kurd” da ew bedewa Kurd ji avê paqiştir û gulê bîntir divîne û bejna xwe pêş wê ditewîne:
Ez ji te ra av nabêjim,
Tu ji avê zelaltirî.
Ez ji te ra gul nabêjim,
Tu ji gulê zehf bîntirî.
Helbesteke xwe da ew bi dilekî pir xeyîdî rica û îltîmasê xwe ber tew mirovêd dinêye edlayîhez dike, wekê bêjne neyara bila dest medine zimanê wî:
Dinê gişkî bidne minda,
Ezê bikim hewar, gazî.
Zimanê min mekin unda,
Ezê hemya bibim razî.
Helbestvan parek helbestêd xwe ser janra (şaxa) rewakirinê nivîsîne. Çawa edebîyata hemû gelêd dinêye nivîsar da, usa jî edebîyata gelê Kurde nivîsare, him kevn da, him jî nûh da ev janra gelekî hatiye xebatê. Klassîkê edebîyata Kurda: Elîyê Herîrî, Melle Ahmedê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ahmedê Xanî û helbestvanêd nûh: Cegerxwîn, Hejar, Wezîrê Nadirî, Qaçaxê Mirad, Elîyê Evdilrehman, Seîdê Îbo û gelekêd mayîn vê rêçê da kar kirine. Barîyê Bala jî ser hîmê motîvê vê janrê qelema xwe ceribandîye û gihîştîye armanceke pir ber çav. Ez gumanim, xwendevanêd vê kara helbestvane pir zehmet wê baş qîmetkin. Helbesta ku rewayî dayîka xwe kirîye dibêje:
Qasidê Xwedê, qîmetekî gelek mezin te ra daye,
Tim gotîye: “Cinneta heq, binê pîyê dayka teye”.
Ew vê helbestê da ji dayîkê mestir tenê Xwedê dibîne. Pêş tirba wê çok vedide û axa wê tewaf dike. Zîyareta here muqedes hesab dike.
Eyane, wekî edebîyata hemu gelêd Rojhilata navîne, him nivîsar da, him jî zargotî da janra beyta cîkî herî ferzî û berbiçav digre. Helbestvan bi vê janrê da zanebûna xweye gelekî kûre û kardar para ne hevşandîye. Beytêd ku ber qelema wîye pir behir derketine, paraveyî ser çend para dibin: beytêd sîyasî-welathezî, torevî, lîrîkî û hub hezkirinê û yêd mayîn:
Delalê min, leke ma,
Ser dilê me leke ma.
Hemu welat bûn aza,
Welatê me kêra ma.
Bêje, kurêm, dubar bêje,
Mitaleke, paşê bêje.
Dinya milkê Silêmîne,
Parê hilde, paşê bêje.
Bi gilîkîva qelema Barîyê Bala pir dewlemende. Ewî nava van salan da gelek helbest, poêma, povêst, şano û helbestêd zaroka jî nivîsîne.
Poêmêd wî bi navê «Nado û Narê», «Gelê Qazax», «Gelto», «Şa bibin, Newroz hatye» û «Dîlbera min» in.
Şanoyên wî: «Salih û Gulistan», «Seyran» û «Paşa û Belgîzar» in.
Powêstên wî: «Dayka Werdek û kevirê reş», «Gundê meyî pir mezin bû» û «Hêsîrî» ne.
Helbestvan her wiha salêd dirêj ji nava gelê Kurd hezarî zêdetir meselên kal û bavan, metelok, têderxistinok, zûgotinok û pêkenok berav kirine. Ew heyanî niha li tu cîyê nehatine weşandinê. Ewî heya niha jî dest ji qelema xwe venekişandîye.
1996-ê sale qezyake pir girane, şewat li helbestvanê mihacir dest dide. Ew malxuya mala xweye pir hezkirî Dîlbera Bala unda dike. Ew qewmandina ser ruhê helbestvan rêçeke şewate gelekî kûr dihêle. Ew çawa bêjî ji Rebbê jorîn dixeyîde, dest ji nivîsarê dikşîne, wedê xwe tenê nav xem û xeyala da derbaz dike. Lê hogirêd wîye pir hezkirî Şamîlê Esker, Knyazê Îbrêhîm, Huseynê Kurdoxlî û Ahmedê Hepo bi halekî pir giran ewî ji şînê derdixin. Ew bi dilekî kasilî, pir westîyayî, dîsa dest bi nivîsara xwe dike. Poêma «Dîlbera min» û çend helbestêd bi xem û keder rewayî Dîlbera xwe pir hezkirî dike:
Hey Dîlbera mine, canê,
Me sond xar bû, bi “Quran”ê,
Em tev herin Kurdistanê,
Min ne qete, gelek zûye.
Helbestvan niha teqawidê deye. Di Rêspûblîka Qazaxistanê de dijî. Dîsa jî xizmeta gelê xwe dike. Di Yêkitîyê Kurdên Qazaxistanê «Berbang» de serokê para cejn û weşandinêye. Ew li nav gelê xwe digere derheqa qewmandinên niha de elametî dide gel.
Hejarê Şamil

Bersivek Bihêle

Gotarên Têkilî More