ASLÎKA QADİR HUNERMENDA NETEWA XWE YE
Aslîka Qadir – 80
Îro di 20.09.2025an de li bajarê Kolnê (Almanya) bi pêşengiya Encûmena Hemahengî ahenga 80 saliya hunermend Aslîka Qadir tê lidarxistin.
Pir caran li pêş navên hunermendan rengdêrên cûrbecûr ên wekî ‘mezin’, ‘baş’, ‘jêhatî’, ‘fedakar’, ‘dengşiîn’, û hwd. tên gotin û nivîsandin. Bi dîtina me, navê Xanima Aslîka Qadir hêjayî sernavê: ‘Hunermenda netewa xwe’! ye. Sernavek ji vê mezintir tune.
Aslîka Qadir, ji bilî xizmetkirina muzîka kurdî, berî her tiştî xizmetkirina gelê kurd hilbijart. 80 saliya ku îro bi fermi tê pîrozkirin me bi dil û can kêfxweş dike. Em jê re tendurustî û di xebata wê de hêzek bêdawî dixwazin!
Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê
20 Îlon 2025
Aslîka Qadir di 1ê Adara 1945an de li gundê Elegezê yê navçeya Aparanê ji dayik bûye. Di sala 1963an de ji Zanîngeha Dewletê ya Êrîvanê, Fakulteya Rojhilatnasiyê mezûn bûye. Wî 22 salan di dibistanên Ermenistanê de mamostetî kiriye. Ji 1985-1987an, wê li Kabîlê (Afganistan) wekî wergêrek rûsî-dari û darî-rûsî xebitiye. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di sala 1995an de, ew koçî Ewropayê kir. Niha li Almanyayê dijî.
Aslîka Qadir - 80