Fîlm di sala 1982an de li bajarê Tbilîsî Gurcistanê hatiye kişandin. Fîlm, ku ji hêla televîzyona dewletê ve hatiye kişandin, bi van gotinan dest pê dike:
«Em kurd in. Em hatin vir ji welatê xweyî hikayetî, welatê îsyanê nebinayî, welatê lêgenda (efsane)».
Fîlm kevneşopî û jiyana civakî ya Kurdên Gurcistanê vedikole. Her wiha axaftinên kesayetiyên wekî Îvan Farizov, Baxçayê Îsko, Keremê Ankosî, Vladîmîr Ecemov û hwd. ku bandorên girîng li ser wêje, zanist û çanda Kurdî hiştine, jî tê de hene.