“LI SER REWŞENBÎRAN MUXALÎFÎ Û ALÎGIRÎ TÊ ÇESPANDIN”
Hejarê Şamil
Hevpeyvîn bi Kînyazê Îbrahîm re
Sala 2006
Hevpeyvîn bi Knyazê Îbrahîm re, ku profesorê wêjeyê, akademîsyen û serekê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ye.
**
Knyazê Îbrahîm
Zanyarê rojhilat, kurdnas, rexnegirê wêjeyê, wergêr, doktorê zanista fîlologîyê, profesor, akademîsyenê Akademîya Zanistên Dibistanên Bilind ên Navneteweyî û Akademîya Zanistên Civakî ya Qazaxistanê û serekê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê.
Di 1’ê Gulana 1947’an da li Ermenîstanê ji dayik bûye.
Knyazê Îbrahîm (Mîrzoyev) salên dirêj di Ûnîvêrsîteya Dewleta Ermenîstanê da serektîya ziman û wêjeya Azerbaycanê kiriye. Di şerê navbera azerî û ermenîyan da kurd mecbûr bû ku koçî berî Qazaxistanê bivin. Niha di Ûnîvêrsîteya ser navê Abaye dewletê li Almatê serekê navenda zimanên cîhanê ye.
Knyazê Îbrahîm li bajarên weke Parîs, Berlîn, Bruksel û yêd mayînda endamê desteyên zanistî yên Enstîtû û Ûnîvêrsîteyan e. Li bajarên weke Almatê, Moskva, Sankt-Petersburg, Tiflîs, Parîs, Berlîn, Amsterdam û Bruksel beşdarî konferansên zanistî û teorîk bûye.
- Îbrahîm bûye endamê yekîtîya nivîskarên YKSS, serekê para Azerbaycanê ya yekîtîya nivîskarên Ermenîstanê û redaktorîya kovara “Edebî Ermenîstan” kirîye. Niha jî endamê yekîtîya nivîskarên Qazaxistanê, endamê yekîtîya rojnamevanên Qazaxistanê û endamê PENa Kurde. Her wiha rêdaktore kovara ”Nûbar”e ku li Almatê dertê û nivîsên zimanê kurdî, rûsî û qazaxî tê da peyda dibin.
- Îbrahîm di jîyana civakî û sîyasî ya kurdên Sovêt û Qazaxistanê da xwedî roleke aktîf e. Endamê Parlementoya Kurdistanê ya li Sirgûnê ye. Dîsa di sala 1991’ê da bûye serekê kurdên YKSS’yê. Her wiha cîgirê serekê Yekîtîya Komeleyên Kurd ên Navneteweyî ye.
Pirtûka wî ya dawî ”Ansîklopedîya kurd a biçûk” hatîye wergerandin ji bo zimanên rûsî, îngilîzî û qazaxî. Dîsa heman pirtûk tê wergerandin ji bo zimanê holendî û tirkî.
Di sala 1998’an da ji ber xizmeta xwe ya di warê hîndekarî û jîyana civakî da, ji hêla Komara Qazaxistanê va madalyona ”Rêzdarîyê” wergirtîye.
Zimanên weke kurdî, azerî, rûsî, ermenî, farisî, tirkî, qazaxî û ûzbekî dizane.
Bi akademîsyen Knyaz Îbrahîm Mîrzoyev re di meha sibata 2006’an da, li bajarê Almata Qazaxistanê, min ev rêportaj pêk anî. Min destpêkê berîya 11 salan gotinên ku di navbera me da derbas bûbûn anî bîra wî:
ME ŞERÊ NAVXWEYÎ DI SEDSALA 20. da HIŞT…
***
Zêdetir di dosyeya PDF de bixwîne:
Hevpeyvîn Kînyazê Îbrahîm re - Hejarê Şamil
“LI SER REWŞENBÎRAN MUXALÎFÎ Û ALÎGIRÎ TÊ ÇESPANDIN” – Hejarê Şamil. Hevpeyvîn bi Kînyazê Îbrahîm re