Kongreya Navenda PENa Kurd a 12an re
Ji bintara rêzeçiyayên Qefqasya Mezin, em silav û rêzên xwe pêşkêşî beşdarên kongreya PEN a Kurd a 12an û rêveberiya nû hilbijartî dikin.
PEN a Kurd di dîroka ronakbîrîya kurdî de kevneşopiyeke û mînakeke girîng e. Di 25 salên xebata xwe de, wê kevneşopiyeke girîng a hevgirtinê, kêm û zêde di navbera rewşenbîrên kurd de afirandiye. Ji bo danasîna cîhanê ji kurdan re û kurdan ji cîhanê re, hewl û xebatên berbiçav kiriye.
Her çend PENa Kurd rêxistineke siyasî nebe jî, em bawer dikin ku ew xwedî potansiyel e ku bi helwesta xwe ya serbixwe û nêrînên serbixwe yên endamên xwe dikare roleke cidî ji bo serdestkirina ramana serbixwe di nav civaka kurdî de bilîze.
Aforîzma «Serxwebûn ji her tiştî bi qîmettir e» tenê di wateya serxwebûna ax û gelan de nehat bikaranîn. Di cîhana me de her tiştê derbarê serxwebûnê de bi ramana serbixwe dest pê dike.
Taybetmendiya herî girîng a ku rewşenbîr ji beşên din ên civakê cuda dike, şiyana ramana wî ya serbixwe ye. Ramana serbixwe afirîneriya serbixwe û helwesta serbixwe bi xwe re tîne.
Sedema ku me di vê peyama pîrozbahiyê de ew qas giranî da ser têgeha «serxwebûnê» ew e ku wekî takekes û civak herî zêde hewcedariya me bi serxwebûnê heye.
Em di wê baweriyê de ne ku rêveberiya nû ya PEN a Kurd wê roleke girîng bilîze di gihandina mafê gelê me yê serxwebûnê de ji girseyên berfireh ên kurd û raya giştî ya cîhanê re û bi helwesta xwe ya di vê mijarê de ji civaka me re bibe mînak.
Em miletekî mezin in, û destkeftiyên me wê mezin bibin.
Xwedê me bê hev meke!
Bi silavên germ û dilistanî,
Hejarê Şamil,
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê
11.09.2025, Tiblîsî, Gurcistan.
Kongreya Navenda PENa Kurd a 12an reDi rûpela din de bixwînin:
Kongreya Navenda PENa Kurd a 12an re – Ji Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê